Li Îranê 5 sal ceza birîna dubare bo Kurdekî Sune
18:25 - 5 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurpa: Dozgeriya Mehabada rojhilatê Kurdstanê, çalakvanekî Kurd ê bi baweriya olî ku salak cezayê girtîgehê derbas kiribû, dîsan 5 sal ceza lê birî.
Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, alimekî olî ê bajarê Mehabadê, bi sedema destek kirina girtiyên Sune, bi 5 sal cezayê girtinê hat mehkûm kirin.
Mela Îbrahîm Qedîrî, destpêka bihara 2014’an, ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve, hatibû binçav kirin.
Kampaniya çalakvanên Belûç, tometa wî alimê Sune, çalakiyên mezhebî û piştevanî kirin ji girtiyên bi bawer ên zindana Recayîşehr a Kereca Îranê detnîşan kir.
Niha zêdeyî 34 girtiyên Sune ên mehkûm bi darvekirinê li hepsa Recayî şehr a Kerecê de dimînin û benda darvekirinê mane.
Tê gotin bi destûra memûrên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê, zindaniyên bi cezayên normal û adî, tomet û bêrêziyan bi wî alimê olî (Îbrahîm Qedîrî ) dikin.
Pêştir ew melayê ayînî ê Sune li Kurdistanê, ji aliyê dozgeriya Tehranê ve, 2 sal ceza lê hatibû birîn ku piştî bihorandina wî hukmî li zindana Recayî Şehr, zimistana derbasbûyî hatibû azad kirin.