Li îmtîhana Doktorî ya evsal du xwendekarên Kurd bûn yekem

16:54 - 18 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Du xwenekarên Kurd li bajarên Kamyaran û Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê, li azmûna doktorî ya sala 2015`an, pileya yekem li Îranê qazanc kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Enwer Moradî xwendekarê Kurd li gundê Xamsan ê ser bi kamyarana rojhilatê Kurdistanê li beşa erdnasî (cuxrafiya) pileya yekem a doktorî bi dest xist.

Ew xwendekarê Kurd li rîşe (rişte) ya Jiomorfolojî (erdnasî)-Hîdrû jiomorfolojî (avnasiya redê ) li zanîngeha Tehrana Îranê, bawernameya master (foq lîsans) wergirtibû.

\"26077.jpg\"
peywendiyê de “Arizû Yarî” mamostaya zanînghê, li Îmtîhan (sinev) a PHD a rîşeya bijîşkî, pileya yekem a welatê Îranê qezenc kir.

Arizû Yarî li rûniştiya Dîzec a ser bi Mirgevera bajarê Urmiyê ye.

Siniv (azmûn) a evsal a doktorî li welatê Îranê, li 7 girûpên zanstên însanî, endaziyarî, zanstên bingehîn, werzêrî, ajalnasî, huner û zimanên bîyanî, meha sibata borî bi rê ve çû

Di wê dewreya azmûna doktorî de; 201 hezar û 227 kesan ligel hev reqabet kirbûn ku du kurdên jor amaje pê hat kirin, pileyên yekem bidest xistin.