Li Hewlêrê pêşiya encamdana teqîneke xwekujiyê hate girtin

21:08 - 9 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Encumena Ewlehiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku girûpek terorîstî li Helwêrê hatin girtin, ku dixwastin êrîşeke xwekujî li Hewlêrê pêk bînin.

Li gor nûçeyan, roja derbazbûyî Encumena Ewlehiya Herêma Kurdistanê derbarê girtina girûpek terorîstî ya girêdayî rêxistina DAÎŞ’ê de belav kir ku dixwastin êrîşeke xwekujî li paytexata Herêma Kurdistanê pêk bînin.


\"29497.jpg\"
Encumena Ewlehiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyê bilav kir, û di daxuyaniya xwe de nasnameya wan terorîstan bi vî awayî aşkere kiriye: “Hazim Mihemed Dawûd Mensûr Elcibûrî, Xelef Îsma’îl Xelf Obêyd Elcibûrî û Cunêyd Xalid Bilasim Xezban” .

Ev her 3 kes tevî 6 bombe û kembereke bombekirî hatin girtin

Encumena Ewlehiya Herêma Kurdistanê tekez kiriye, ku ew her 3 terorîstên hatine destbiser kirin, berê bi mifahwergirtin ji hêsankarî û alîkariyên Herêma Kurdistanê bo awareyên bajarên din ên Îraqê li Herêma Kurdistanê akincî bibûn.

Herêma Kurdistanê herî zêde hezar kîlometr sînorê hevbeş tevî DAÎŞ heye.