Li Hewlêrê pêşangahek Nîgarkêşanê jibo keçeka hunermend a Kurdistana Îranê tê wekirin

13:53 - 24 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: li galêriya Şaneder a bajarê Hewlêrê nîşangehek Nîgarkêşanê ji berhemên keçeka hunermend a xelkê Kurdistana Îranê tê wekirin.

Hêro Şêxe li hevpêvînek tewî Ajansa Kurdpa got:di nîşangeha han de ku pişkek ji berhemên min ku 20 tabloye,roja Pêncşem berwar 5’ê Rêbendanê li galêriya Şaneder aHewlêrê dikeve ber çavên hezkiriyê hunera Nîgar kêşanê.

Hêro Şêxe got ku, tabloyên ku qirare bihên nîşandan,haya niha li çi cihekê nehatine nîşandan û pitir li sre bedvîya Xweza û Jinan hatine amade kirin.

\"10857.jpg\"
Hero Şêxe li sala 1370 a rojî li bajarê Şino a Kurdistana Îranê hatiye dine û her li temenê zarokatiyê hez ji hunera nîgarkêşanê kiriye û li huneristana wî bajarî li sala 1386 a rojî ders xwendiye û sala 1388’ê jibo dirêje dan bi xwendinê hatiye herêma Kurdistanê û her div ê rişteyê de li kolêja “Hunere Ciwanekan”a hewlêrê mastera xwe wergirtiye.