Li Hewlêrê dûyemîn konferansa netewî ya ciwanên tewaya beşên Kurdistanê dest pêkir

15:02 - 16 Adar 2012
Kurdpa: Duyemîn konferansa lawên beşên Kurdistanê li jêr silogana “Di pêxema Yekgotariya netewî a ciwanên Kurd de” li hola Pêşewa li Hewlêrê bi amade bûna serokê herêma Kurdistanê n nûnerê rêkxirawên Lawan û partiyên siyasî hate vekirin.

Di vê konferansê de serokê herêma kurdistanê gotarek pêşkeş kir û tevî îşarekirina bi giringiya konferansek weha ragehand: “ neteweya Kurd xwediyê mafê xwe ye û maf jî bi çek nayê sitandin, û hêvî kir ku ew knferans bibe hêvinê yekgirtina beşên Kurdistanê û qala vê çendê kir ku di demek nêz de wê mizgîniyek taybet bide tewaya neteweya Kurd”.

Di vê konferansê de nûnerên tewaya rêkxirawên lawan ên beşên cur bi cur ên Kurdistanê eyamên xwe xwendin.

Ew konferans sala borî li Amedê birêve çû.