Li herêma Bane ya Rojhilata Kurdistanê, agir berbû daristanan

17:24 - 25 Çirriya paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Roja borî 4’ê Sermawezê, agireke berfire berbû quntara çiyayên Banê.

Li gora rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, ew agir berbûye quntara çiyayên bi navê Hucre, Bilalokawî, Sertezên û pişt bendawa Kêle li herêma sînorî ya Kêle, û Hengejal û Nenor ya bajarê Banê, û gellek mîn li wir hatine veşartin, ku ew yek astenga herî micid bûye li ser riya vemirandina vî agirê bigurr.

Tê gotin ku di dawiyê de, ew agir hate vemirandin, lê heya 10 hektaran jî, ber agir ketiye.

Li gora gotina şahidên bûyerê, hêza Întizamî barê kasibkaran girtiye û şewitandiye, lewra ew agirê bigurr çêbûye, di heman demê de, bayekî tund jî rabûye, û ew agir zêdetir belav kiriye.

Herwisa agirekî din jî, di navbera Kewpêça serê û Xwacamêr ya Banê pêk hat, ku bi zehmeteke zaf hate kontrolkirin.

Ji aliyekî din ve, li gudê Sawan jî, agirek berbû derdorê, û beşek ji nizarên Gorrezan şewitîn.

Jîngehparêzên vê herêmê daxwaz ji xelkê kirine ku di dema agirpêkirinê de, gellek hişyar bin, û nebin sedema rûdana agirên bi vî rengî.

Xelkê vê herêmê jî, bi sedema vê ku hem hêzên rejîmê barê kasibkarên belengaz digrin, û hem jî dişewitînin, û dibin sedema rûdana bûyerên bi vî rengî, gellek aciz in.