Li gundên herêma Nexedê Hêzên dewleta Îranê Mahwareyan kom dikin

14:47 - 3 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Hêzên Întizamî yên dewleta Îranê hejimareke berçav mahwareyên welatiyên Kurd li herêma Nexedê zewt kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, hêzên Întizamî yên dewleta Îranê êrişî ser gundê “Mêhmandar” a ser bi bajarê Nexedê kirin û jibilî geryana nav malên welatiyan,pitir ji 100 dezga mahwareyên welatiyên Kurd zewt kirin.

\"13084.jpg\"
Yek ji akinciyên gundê Mêhmandar a Nexedê bi malpera kurdpa,ê ragehand: Hêzên Întizamî yên Îranê li heyamê 3’ê rojên bihûrî de berdewam êriş kirine ser gundê Mêhmandar û ew yek boye cihê tirs û dilêşîna xelkê vî gundî.

Gundê Mêhmandar li Şaristana Nexedê li parêzgeha Urmiyê hilkevtiye û li gor serjimêriyan ji 119 malbatan pêk tê û 592 kes li wî gundî de akincî ne.