Li goristana Kurdan a Nexedê de, kêlên qebran hatin şikandin

19:54 - 13 Adar 2016
Ajansa Kurdpa: Serbarê vê ku hilbijatin bi dawî hatine, lê dîsan jî hin bûyerên di bajarê Nexedê de rû didin, ku bêhna têkderaniyan lê tê.

Li gora nûçegihaniyan di bajarê Nexedê de hin kesên nenas êrîşî ser goristana vî bajarî kirine, û dest kiirne bi şikandina kêlên qebran, ku vê bûyerê xelk gellekî xemab kiriye.

Heyamekî berî niha li Şinoyê jî bûyerekî wisa rû dabû, ku tiliya tawanbariya ber bi aliyê girûpên selefî hate dirêj kirin.

Hin kes li bajarê Nexedê de li ser vê baweriyê ne, ku destek li pişt van bûyeran heye, ku dixwazin biratiya di navbera Kurdên vî bajarî ku Sunî meseb in, û Tirkên Azerî ku Şî’e meseb in pêk bînin.

Pêştir jî ew bajar di vî warî de xwediyê hestiyariyeke zêde bûye, û rejîm hewl dide bi pêkanîna ajawe û netebahiyê di navbera her du aliyan de tovê şer û kêşeyê biçîne, da ku bi hêsanî armancêt xwe bipêke.

Herçend hêzên ewlekariya rejîmê bi berçav wê wisa nîşan bidin ku dixwazin tawanbaran peyda bikin, û wan ceza bikin, lê ew yek tenê bona xapandina bîr û raya giştî bûye, û xelkê vî bajarî di heyama van çend salan de bi başî ji niyet û meremên vê rejîm têgihîştine.

\"29774.jpg\"

\"29773.jpg\"

\"29772.jpg\"

\"29771.jpg\"