Li girtîgeha Kirmanê sê girtiyên siyasî ên Kurd dest avêtin bi girevê

11:19 - 30 Îlon 2019

Ajansa Kurdpa: Li girtîgeha bajarê Kirmanê 3`ê girtiyên siyasî ên Kurd yên xelkê bajarê Şinoyê, bi sebeba reftara jênehatî a berprisê hifazeta girtîgehê, dest bi grieva birçîbûnê kirin.

Li gor agahiyên ku gihîştine Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê,  roja Yekşemî 3`ê girtiyên siyasî ên Kurd yên bi navên “Tahr Xorşîdî, Farûq Şarwêranî û Emîr Pêyxamî”  yên xelkê bajarê Şinoyê bi sebeba reftara jênehatî ya berpirsê hifazeta girtîgeha Kirmanê,  nerazîbûna xwe anîn ziman û dest avêtin bi gireva birçî bûnê.

Li gor gotina çavkaniya agehdar, ew 3`ê girtiyên siyasî yên Kurd bi sebeba reftara jênehatî a berprisê hifazet girtîgeha Kirmanê û givaş xisitin li ser van, dest bi gireva birçî bûnê kirin.

Her di vê pêwendiyê de, berprisê hifazeta girtîgehê gefa kurt kirina porên wan ji wan 3`ê girtiyên siyasî ên Kurd xwariye.

Ew 3`ê girtiyên siyasî yên Kurd roja Sêşemî 14`ê Sermaweza 1396`an,  ji aliyê dadgeha Leşkerî a Urmiye, li ser hev bi 15 sal heps û dûrxistin bo girtîgeha Kirmanê hatibûn cezakirin.

Ew cezaya roja 25`ê Sermaweza sala 1396`an,  ji parêzerê wan re hatibû ragihandin, û cezayê wan wiha ye, “Tahr Xorşîdî 7 sal  hepsa te`izîrî, Emîr Pêyxamî 4 sal hepsa tei`zîrî û  Farûq Şarwêranî jî, 4 sal hepsa te`izîrî hatibûne ceza kirin”.

 Dadgeha leşkerî a Urmiye, ew 3`ê giritiyên siyasî yên Kurd  bi “alîkarîkirina digel ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê” tawanbar kirine.

Roja Duşemî 2`ê Rêbenda sala 1396`an, Tahr Xorşîdî û Farûq Şarwêranî, li girtîgeha Navendî a Urmiye,  bo girtîgeha Kirmanê hatibûne dûr xistin û Emîr Pêyxamî jî, roja Duşemî 25`ê Pûşpera sala derbazbûyî her bo girtîgeha Kirmanê hatibû dûr xistin.