Li Eskîşehrê 16 mamosta hatine binçavkirin

16:48 - 26 Çirriya paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Li gor raporên ku belav bûne, di roja derbazbûyî de li bajarê Eskîşehrê li Tirkiyê 16 mamosta hatine destbiserkirin.

Li gora nûçegihaniyan, di çarçoveya operasiyona şerê li dijî terorê ku di Tirkiyê de destpê kiriye, 16 mamosta ku ji kar hatibûn dûr xistin,hatine binçav kirin.

Tîmên şerê digel terorê, bona lêpirsînê, ew 16 mamosta veguhastin mudiriyeta ewlehiya wî bajarî.

Piştî derbeya leşkerî ya 15’ê Tebaxê, di Tirkiyê de, bi hezaran kes bi tohmeta alîgiriya ji cema’eta Gulen û alîgiriya PKK hatin girtin, û gellek kovar û rojname û televîzyon hatin daxistin.

Ew kiryara hikûmeta Tirkiyê ji aliyê rêkxistinên parêzerê mafê mirovan û heta ji aliyê YE bi tundî hate şermezarkirin û wekî binpêkirina mafê mirovan û fetisandina dengên nerazî hate binavkirin.

Ew hişdariyên YE û heya Amerîkayê jî bi Tirkiyê, gihîştin astekê, ku roja borî YE bi pêkanîna civînekê, xwast ku dengdanê li ser ragirtin, yan domandina pêwendiyên xwe bi Tirkiyê re bike.

Di vê civînê de, parlementoya Ewropayê bi 479 dengê “erê” di hember 37 dengê “na” û 107 dengê “bê alî”, ragirtina danûstandinan bi Tirkiyê re, bo endametiya Tirkiyê di YE de pejirand.