LI ERMENISTANÊ JI BO KURDÎ, LATÎNÎ HATE PEJIRANDIN

14:59 - 6 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Têkoşîna Kurdên Ermenîstanê gihîşte asteke bi rûmet û di ware çelakiyên Perwerdeya Kurdî de li Ermenîstanê Kurd bi Kurdî perwerde dibin tîpên latîtnî jî, ji zimanê Kurdî re hatine pejirandin.

Li ser hin malperan ev xebera balkêş cih girt: Kurdên li Ermenîstanê dijîn ku ji sala 1941 ve perwerdeya Kurdî ya bi tîpên Krîlî dibînin, piştî têkoşînek demdirêj, di sala 2010 de mafê perwerdeya Kurdî ya bi tîpên Latînî bi dest xist.

Dewleta Ermenîstanê îsal ji bo perwerdeya Kurdî ya bi tîpên Latînî ji dibistana seretayî heta amadeyî fon veqetand.

Li Ermenîstanê bi awayeke fermî perwerdeya Kurdî ya bi tîpên Latînî îro dest pê kir.

Ev demek dirêj ji bo ku li Ermenîstanê derstên Kurdê lê bi tîpên Krîlî dihatin dayîn. Perwerdeya Kurdiya Latînî bi fermî li dibistanên gundên kurdan ji dibistana seretayî heta amadeyî hate destpêkirin.