LI DUHOKÊ MÎHRECANA AMEDÊ DÊ LIDARXIN

14:07 - 12 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Li bajarê Dihokê yê Herêma Kurdistanê, wê ji aliyê Şaredariya Sûrê ya Amedê ve, di navbera 27-31′ê tebaxê de, mîhrîcana “Rojên Amedê” bê lidarxistin.
 
Şaredariya Amedê da zanîn, biryar e li rojên 27 heya 31’ê Tebaxê Mîhrecanek li bajarê Dukokê a Herêma Kurdistanê bi hevkariya Şaredariya Amedê ava bibe.

Ebdulla Demirbaş got: Bajarên Amed û duhokê gelek çandek dewlemend hene û dibe ji aliyê şaredariyan ve girîngiyek zaf bi wan bajaran bê dayîn.

Demirbaş bal kişand ser Ziman û Çanda Kurdî û got dibe em weke Şaredariyên “Sûre” a Amedê û Şaredariya Duhokê zêde Alîkariyên hevpar ji bo çanda Kurdî bikin.

Şaredarê Amedê di dawiya gotinên xwe di ware wê Mîhrecanê de got: Hewce ye ku ev Mîhrecan li Pey Wêjeya Kurdî biçe û Xebatên xwe di ware Ziman de li gişt Kurdistanê bipejjiqîne û bersiva wê pirsê peyda bike ku divê ji Zimanê Kurdî re çi bê kirin.