Li dozgeriyên Îranê derdê me çareser nabe

16:36 - 19 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Yekem serpereştê zanîngehaTehranê piştî şoreşa gelên Îranê, di nameyekî de Ehmed Şehîd-Raportêrê taybet ê Neteweyên Yekbûyî li pirsgrêkên xwe li welatê Îranê haydar kir.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di wê nameyê de Mohemmed Melekî ragihandiye ku ruxma îbtalkirina hukmê qedexekirina derekî, hikûmeta Îranê li gel dana paseportê bi navborî muxalefetê dike.

Wî rexnegerê hikûmeta Îslamiya Îranê di beşek ji nemeyê de amaje bi vê yekê kirye ku li welatê navborî ligel sereketirîn mafên hemwelatî bûnê dijberî tê kirin.

Navborî beriya niha bi 4 salan dîsa li ser vê pirsê nameyek pêşkêşî Ehmed Şehîd raportêrê taybet yê NY di kar û barên Îranê de kiribû.

Mohemmed melekî yê 82 salî di dawiya nameya xwe de ku 18`ê nîsanê de hat weşandin de qala vê yekê jî kiriye:“Mebesta min tenê binpêkirina mafên min xwe bi tenê nîne, piraniya çalakvanên siyasî û sivîl li Îranê ji mafên rêwîtiyê û hevdîtina bi malbatên xwe re hatine bêpar kirin.

Ebas Emîn Întizam yekem girtiyê siyasî piştî şoreşa gelên Îran a sala (1979`an) jî, li çûna derve û hevdîtina bi malbata xwe re hatiye mehrûm kirin.

Mohemmed Melekî bi sedema rexneyên tund ku ji daxistina zanîngehan girtibû, 4 sal piştî şoreşa gelên Îranê hatibû binçav kirin û 5 sal cezayê hepsê jê hatibû xwarin.
Navborî careke din sala 2000`an bo heyamê 6 mehan hatibû girtin û cara 3`emîn jî havîna sala 2008-2009`an, di bertekdan û nerazîbûn bi encamên hilbijartinên serkomariya nedadperwerane ya Îran de, bo heyamê 3 mehan hatibû zindanî kirin.