Li despeka sala taze heya niha kesê 9ê jî bi şîlikiya hêzên mîlîtarî hat birîndar kirin.

22:20 - 27 Gulan 2013
Ajansa kurdpa: bi birîndar bûna kolberik di yê Kurd li sehedên Tirk-Ormî, hejmara kolberên ku hatine kuştin û birîndar kirin ji despêka îsal de heya niha gihîşte 17 kesan.

Goreki raporta ajansa nûçe gihaniya kurdpa , roja sêşem, 4ê Cozerdan kolberik din yê Kurd bi navê” Nadir” kurê Hesen xelkê gundê “ Balolan” a nawça Tirgewera Ormiyê bi şêlikiya rasterast a hêzên mîlîtarên hukûmeta islamiya Îranê hat birîndar kirin.

Çavkaniyik agadar bi ajansa kurdpa ragihand: ev kolberê Kurd paşî birîndar bûnê raguhastiyê nexweşxana Ormî kirine û heya weşana vê nûçê li bin çavdêriya duxtoran deye.

Gorekî statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîka kurdpa, li despêka heyva Xakelêwa îsal heya niha 8 kes ji kolberên Kurd bi şêlikiya rasterasta hêzên milîtarî yên hukûmeta islamiya Îranhatine kuştin û 9 kesên din jî hatine birîndar kirin.

Ji aliyek din li 1ê Cozerdan kolberik din yê Kurd bi navê “ Xulam Ibrahîmî” 34 salî li ser sinûrên şarê Newsûd bo Herêma Kurdistan, bi hegera giranî û dujwariya kar tûşî sekte(Enfarektûs) bibû ku li incam de cîde canê xwe ji dest dabû.

Ev istatîstîka jimaran bi biştrast bûn ji istatîstîkên ajansa kurdpa hatiye weşîn, ku dibe hejmara herî rast ji vê hindê jî zêdetir bibe.