li derdûra Urmîyê , Xwendingeh pere ji Xwendekaran distîne

12:48 - 24 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: karbidestên Xwendingehên derdûra Urmîyê jibo gerim kirin û kirîna kel û pelên Xwendingehêan,pere ji Xwendekaran distîne.

Li gor nûçeya gihîştî bi Ajansa Kurdpa,roja Sêşem berwar 3’ê Rêbendan, karbidestên Xwendingehên derdûra bajarê Urmîyê ragehandin, ku dibe her Xwendikarek Kurd 30 haya 50 hezar timen pere jibo kirîna şewat û kel û pelên Xwendingehê bide.

\"10854.jpg\"
Xwendikarek Kurd li Urmîyê bi Ajansa Kurdpa,ê ragehand:karbidestên Xwendingehê gotine ku divê heya roja Yekşem a heftiya pêş de ew pere bihê amade kirin.

Çavkaniyê got:di heman demê dexwendekarên Xwendingehê ragehandine ku nikarin wî pereyî bidin. Bi gotina kesên herêmê di heyamê îsal de heya niha çendîn car karbidestên Xwendingehên rejîmê bi mahneyên cûd cûda pere ji Xwendekaran sitandine.

Her wisa berê jî li Xwendingehên “Selahedîn Eyûbî” a gundê “Mane” a Tirgewr,Xeyam a li “Diza” Mirgewer,û Xumêynî a li “Rajan”a ser bi herêma Urmîye, bi zorî pere jibo şewatê li Xwendekaran hatiye sitandin.