lI DEMIRTAŞ RE DOZ HATE VEKIRIN

15:29 - 14 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Derheqa Hevserokê BDP’ê dosiye tê vekirin.

Li gor ragihandinên fermiye Turkiye, ji Selahattin Demirtaş re ji ber gotinên wî yên ku: “Di navbera Şemzînan û Çelê dê 400 km di bin qontrola PKKê de ye.” doz hat vekirin.

Cigirtiya Serdozgeriya Diyarbekirê doz li hevserokê BDPê Selahhatin Demirtaş vekir.

Demirtaş piştî bûyerên Şemzînanê gotibû ku: “Di navbera Şemzînan û Çelê dê 400 km di bin qontrola PKKê de ye û ji ber vê esker nikare operasyonan bike.”

Di demên bihorî de givaşên bo ser Partiya Aşîtî û demokrasî BDP’ê zêde bûne û çend caran daxwaza daxistina wê Partiyê jî hatkirin.

Piştî ku AKP û MHP li ser viya ku nikarin wê Partiyê bidinb daxistin piştrast bûn, hevalên wan dest avêtine ser vekirina dozê ji bo hevserok û berpirsê Partiya BDP’ê .