Li Dêhloran û Kamyaranê du ciwanan xwe kuşt

20:22 - 25 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Du hemwelatiyên Kurd li rojhilatê Kurdistanê, bi du awayên cihê jihev ên; xweşewitandin û daliqandinê dawi bi jiyana xwe anîn.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, duh 24`ê nîsanê ciwanekî temen 25 sal li Dêhlorana Îlamê, agir breda leşê xwe û di encamê de jiyana xwe winda kir.

Wî ciwanî ku navê wî nehatiye eşkere kirn li nava bajarê Dêhloranê hember binaya ”Îran xudro” leşê xwe agir pêxist ku gor zaniyarên bi dest ketî; birayê wî ku hewla wemirandina agir daye xwe jî tûşî şewitînê bûye.

Di wê bûyera xwekujî de, ciwanê 25 salî miriye û birayê wî jî bi tundî hatiye birîndar kirin ku ew rakirin e nexweşxanayê.

Ji aliyekî din ve gor raportên gijhîştî ajansa nûçegihaniya Kurdpa, şeva borî ciwanekî 24 salî yê bi navê Yezdan Nezerî li kamyarana rojhilatê Kurdistanê, bi rêya dar vekirinê xwe kûşt.

Sedema xwekûştina wî ciwanê 24 salî, hejarî û betalî hatiye destnîşan kirin.

Li welatê Îranê roj nebe ku bûyerên xwekuştinê pêk neyên. Tê gotin rojane bi awayekî navînî 13 kes bi rêya xwekûştinê li wî welatî dawî bi jiyanê tînin.

Rewşa xirab ya aborî, bêkarî, nebûna pêşerojeke ron, herwiha nebûna tu hiviyekî bi guhertina şert û mercên heyî, tepeserkirina civakî, yasayî û ferqûciyawaziyên regezî, nebûna derfetên hilbijartina bi dilê xwe ya hevser, pêşe û …hwd, ji sedemên sereke yên xwe kuştina ciwanan li Îranê tên hejmart in.