Li Bokanê Konsêrtek Mosîqayê bo zarokan birêve diçe

17:09 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Berwar 8’ê Tîrmehê Konsêrtek Mezin ya Mosîqaya Zarokên Bokanî li “Ferhengseraya Sîmurx”ya wî bajarî birêve diçe.

Berwar 8’ê Tîrmeha 2013’an 50 zarokên 4 heya 16 salî yên Bokanî, bi alikariya girupa mosîqaya “Kor”ya wî bajarî, Konsêrtek Mosîqayê birêve diben.

Konsêrta han bi armanca çêkirina baweriyê li zarokan û hêvîdar kirin bi jiyanê dinava zarokan de tê rêkxistin.

Seyid Tahir Husêynî serperestê Konsêrta Mosîqaya zarokan bilav kir, amêrên mosîqayê wek: Wîyolon, bilûl,diramês, korg, rêkordêr, altû,mitalofon û def bi awayek girupî û her wisa amêra “Pîyano” bi awayê take kesî tê lidarxistin.

Mamostayê Mosîqaya Zarokan basê vê yekê jî kir, zaf li jenyarên naskirî yên Kurd li temenê zarokatiyê de hînî Mosîqayê bûne, her seva vê yekê baştirîn temen bo hînbûna mosîqayê tamenê zarokîniyê ye.
\"13785.jpg\"

\"13784.jpg\"