Li Bazarçeya Sînorî a Perwîz Xan şer û pevçûn çêbûn

13:24 - 25 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Li bazarçeya sînorî a Perwîz Xan ya bajarê “Qesira Şirîn” di navbera kedkarên bazarçeyê û hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê şer û pevçûn çêbûn.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Sêşemiyê berwar 23’ê Nîsana 2013’an li encama nerazîbûna kedkarên bazarçeyê bi nebûna alavên hevce,alavên ewlehiyê, kincên taybet bi kar şer û pevçûn di navbera kedkaran û hêzên Întizamî yên dewleta Îranê çêbû.

Sabir Heyderî berpirsyarê bazarçeya “Perwîz Xan”di pêywendiyek telefonî de bi ajansa kurdpa ragheand, pirsgirêkên vê bazarçeyê jibo kêmiya “sermayê” vegerand û got: Pirsgirêkên han bi armanca gengeşe û peyda kirina çareseriyê jibo Îdareya Bazerganî ya parêzgeha Kirmaşanê hatine şandin.

Bazarçeya Perwîz Xan di navbera Sînorê Kirmaşan û herêma Kurdistanê bi dûriya 5 kîlomêtran li bajarê Qesira Şirîn di sala 2007’an de bi awayek fermî dest bi kar kiriye.