Li Başûrê Îlamê du hemwelatî bi sedema teqîna “Mayin”ê birîndar bûn

16:38 - 16 Adar 2016
Ajansa Kurdpa: Bi sedama Teqîna mauîna paşmayî ji şerê 8 salye yê di navbera Îran û Îraqê de li herêmên Sînorî ên parêzgeha Îlamê, 2 hemwelatiyên xelkê Dêhloranê birîndar ketin.


Li gorî nûçeya gehiştî destê Ajansa Kurdpayê, Roja Şemî û Yekşem, 12, 13’ê Adara 2016’an, di du teqînên cuda de, ev hemwelatî yên Kurd bûşne qurbaniyên teqîna mayinan.

Di teqîna roja Şemî berwarê 12’ê Adarê de, ku li herêma “Eyn Xoş” a ser bi beşa Mûsyanê qewimî, kesek bi navê “Letîf Elîyarim Falfalûm” yê 38 salî, kurê “Suhbetulla” birîndar ket.

Herweha roja paştir “Mêhdî Xorsaniyan” xelkê Herêma “Çem Hêndî” ya ser bi Dêhloranê bi sedema teqîna mayînê birîndar ket.

Her di vê derheqê de malpera “Mîn û Jiyanê “ ragehnad ku, birîndarên wan teqîna, xelkê rewned ên herême ne.

Li gorî serhejmêriyên nîv fermî, di salê de 10 kes li parêzgeha Îramê dibin goriyê teqîna mayînên şerê 27 sal berî niha yê di navbera Îran û Îraqê de.

Li parêzgeha Îlamê 1 milyon û 700 hizar Hiktar zêvî hene ku mayînên şerî 8 sale têde hatine çandin.