Li Baneyê mamostayeka Kurd a pêrewa Mekteba Quran bêkar hiştin

19:10 - 12 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Di berdewamiya zext û givaşên hikûmeta Îranê li ser peyrewên Ehmed Moftîzade, mamostayeka sîporê li Baneya rojhilatê Kurdistanê ji îdareya Perwerde û Hînkirinê hat derxistin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, destpêka meha dawîn a havîna 2014’an, Ferîde Biharî mamostaya beşa sîpora xwendîngeha keçan a Baneyê bo îdareya perwerde û hînkirina bajarê navborî hat vexwendin û di encamê de, dawiya payîza borî li îdareyê hat derxistin.

Sedemên sereke yên derxistina mamostaya navborî, bê bawerî bi Welayeta Feqîh (nas kirina Xamineî wek nûnerê Xwedê), beşdarî nekirin li xwepêşandan û hilbijartina her wiha ji hemûyan girîngtir bawerî bi “Mekteba Quran” hatin destnîşan kirin.

Malpera “Mekteba Quran” li ser vê pirsê destnîşan kir: Ew mamostaya jin, 5 sal li dibistanên Baneyê erka hînkirinê bi stu girtibû ku payîza borî berpirsên îdareya Perwerde û hînkirin a Baneyê ew bêkar hiştin.

Ferîde Biharî bi hazirbûn li Navenda Hilbijartin bo mamosta bûnê (hestê gozîniş) ragihand: Reftara we (karbidestên hikûmeta Îranê) tê wateya lêkolîn kirin ji bîr û bawerên take kesî û tenê sûcê min eva ye ku ez peyrewa Ehmed Moftîzade û Mekteb Quranê me.

Heya niha bi dehan peyrewên Mekteba Quran ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve hatine binçav kirin.
Malpera Mekteba Quran amaje bi vê yekê jî kirye: Peyrewên “Mekteba Quran” ji Quran û Suneta pêxemberê Îslamê peyrewî dikin ku tu elaqe û peywendiya wan sîyasetê re nîne.

Ehmed Moftîzade, Îslamnas û zanayê olî ê Sune, sala 1933’an li bajarê navborî ji dayîk bû ku sala 1978’an“Mekteba Quran”ava kir.

Alimê olî û avakerê mekteba Quran -Moftîzade sala 1983’an, ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê ve hat girtin û piştî 10 sal heps, zivistana sala 1993’an jiyana xwe ji dest da.