Li bajarê Urmiyê welatiyeka Kurd agir berda xwe

18:07 - 4 Gulan 2021

Welatiyeka Kurd a bi navê “Fetime Elîpûr” a keça Osman û xelkê Gundê “Kanî Reş”ê ser bi devera “Soma û Biradost” a bajarê Urmiyê, xwe şewitand û dawî bi jiyana xwe aniye. 

Ew welatiya, 6 rojan berî niha ku digel hevjînê xwe pirsgirêka malbatî hebûye, agir berdabû xwe û xwe şewitandibû.

Ew jin piştî 6 rojan razandin li nexweşxaneyeke bjarê Urmiyê de, bi sedema kûrahiya birînan, canê xwe ji dest da.

Termê wê welatiyê, li roja Dûşemî 13`ê Banemer, li gundê “Kanî Reş”êbi axê spartin.