Li bajarê Urmiyê rêz ji koça dawî a Cigerxwîn helbestvanê neteweyî yê Kurd hat girtin

13:35 - 30 Çirriya pêşîn 2011
Kurdpa: Nawenda Çandî û Hizrî a Ehmedê Xanî rêz ji 27 saliya wexera dawî a helbestvanê neteweyî yê Kurd Cigerxwîn girt.
Li gor Nûçeya nûçegihaniya Kurdpa li bajarê Urmiyê, pişikdarên rê û resmê bi hinceta rêzgirtin ji bîranîna can ji destdana hemwelatiyên Kurd yên bajarê Wanê di dema erdheja çend rojên borî de, yek deqe bêdengî ragehandin.
Di parek din a rê û resmê de hin helbestvanên bi nav û deng li ser kesayetiya Cegerxwîn ji berhevbûyan re axivîn û navbirî bi helbestvanek neteweyî dan zanîn.
Kesayetiyên han di vê bawerê de bûn ku Cegerxwîn tev jiyê xwe di pêxema xizmet kirin bi çanda Kurdî de borand.
Di dawiya rê û resmê de hin ji helbestên Cigerxwîn hatin xwandin. Cigerxwîn di sala 1903’ê li gundê “Hesar” a Kurdistana Turkiyê ji day bû. Cigerxwîn çend berhemên giranqedir weke, sê heb ferhen, 8 heb wergêran û 9 heb pirtûkên helbestan li div xwe bicih hêlan. Ew helbestvanê neteweyî yê Kurd di sala 1984’an li welatê Swêdê çû ser dilovaniya xwe.