Li bajarê Urmiye kolberekî Kurd birîndar bû

12:13 - 23 Îlon 2019

Ajansa Kurdpa: Bi sebeba gollereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Spaha Pasdaran, kolberê Kurd yê xelkê bajarê Urmiyê, bi dijwarî birîndar bû.

Li gor agahiyên gihîştine Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî 22`ê Îlona 2019`an, kolberê Kurd yê bi navê “Şefî`I Hemîdî”, kurê Haşim, li nêzîkî gundê Xank a girêdaiy bajarê Urmiye, bi sebeba gollereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Spaha Pasdaran, bi dijwarî birîndar bûye.

Di encama wê teqekirinê de, golleyek li pê wî kolberê Kurd dikeve û  navbirî bi dijwarî birîndar dibe, û bo tedaviyên pîzişkî bo navendên dermanî li bajarê Urmiyê vediguhasin.

Her di vê pêwendiyê de, şeva Şemî 21`ê Îlona 2019`an, komek li kolberên Kurd, li bilindahiyên sînorê Kêleşîn a girêdaiy bajarê Şinoyê bûne armanca gollereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Spaha Pasdaran û di encama wê gollereşandinê de, Kolberê Kurd yê bi navê “Rêbwar Omerzade”, temen 20 salî û kurê Êzet, û xelkê gundê “Pûş Abad” canê xwe jidest dide û kolberekî din yê bi navê “Resûl Goran” ê xelkê gundê “Kanî Reş” jî, bi dijwarî birîndar dibe.