Li bajarê Urmîyê giranî bêdadê dike

16:17 - 3 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: li bajarê Urmîyê a parêzgeha Azerbaycan a Rojava gel tûşî astengiyên berfireh ên aborî bûye û Komara Îslamî a Îranê gohê xwe nade wan.

Li gor rapora nûçegihanê ajansa Kurdpa,ê’ li bajarê Urmîye a Kurdistana Îranê zext û givaşên aborî ên ser gelê herêmê rewşekî nalebar pêk aniye û jîyana rojane a xelkê girêdayî bi nirxa dolarê Emrikî ye.

çavkaniyek baver pêkirî li bajarê Urmîyê bi nûçegihaniya Kurdpa,ê ragehand kû seba dûrpêçên berfireh ên ser dewleta Îranê û nebûna kesên pispor û şareza li roj bo rojê rewşa jîyana xelkê xirabtir dibe û li hember de karbidestên dewletê çi pêngavekê jibo rizgar kirina xelkê li rewşa han encam nadin.

Rewşa xirab a aborî û nebûna kar jibo ciwanan, roj bo rojê rewşa xelkê herêmê xirab tir dike û ciwan ji xwendinê diqetin û jibo peyda kirina pariyek nan bi neçarî ber bi karê pir metirsî wek kasibiya ser sinûran diçin kû li wir ji aliyê hêzên dewleta Îranê tên kuştin û birîndar kirin.