Li bajarê Şinoyê Pêşangahek jibo berhemên Hunerî yên Mamostayên Kurd hate wekirin

14:25 - 8 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Hejimarek ji Mamostayên Kurd yên bajarê Şinoyê, pêşangahek Nîgr kêşanê ji berhemên xwe li wî bajarî wekirin.

Li gor nûçeya ajansa nûçegihaniya kurdpa,9 kes ji mamostayên xwendingeha hunerî a bajarê Şinoyê, hejimarek ji berhemên hunerî xwe li pêşangehekê de li salona “Ferheng û Îrşada”vî bajarî bo heyamê 4 rojan tên nîşan dan.

Pêşangeha han li roja Şemiyê berwar 4’ê Gulana 2013’an heya 8’ê mehê tê nîşan dan û li her du demên êvar û sibêdeyan wekiriye.

Di pêşangehê de berhemên hunerî yên hunermendên naskirî wek :Hesen Rehîm zade,Cefir Areşniya,Semed Husêniyan, Wîda Enwarî,Fatma Ebdî, Dîmen Ehemdpûr,Mêhrî Behramiyan, Êlham Selamî û Melîhe Xizirpûr tên nîşan dan.

\"12550.jpg\"

\"12551.jpg\"

\"12548.jpg\"