Li bajarê Sine rêz ji hunermend Yedullah Mihemedî hate girtin

21:35 - 3 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Nawenda deng û rengê hikûmeta Îslamî a Îranê li bajarê Sine, stranên hunermendê Kurd sansor dike.

Li gor nûçeya gihiştiye Ajansa Kurdpa, bi merema rêzgirtina ji hunermendê Kurdistanî, komek çalakên ferhengî û medenî li bajarê Sine seredana mala Yedullah Mihemedî kirin.

Di vê seredanê de hunermend Yedullah Mihemedî gazinde li ser rewşa jiyana xwe kir û got: “Di jiyana xwe de tûşî gellek astengan hatim û li jiyana xwe ya niha jî nerazî me”.
\"29453.jpg\"
Yedullah Mihemedî
Hunermend Yedullah Mihemedî di seredana berpirsên ferhengî û hunerî ya parêzgeha Sine ragehand: “Serbarê çalakiyên min di warê muzîkê de, îro deng û rengê Sine bê vê ku tu sedem hebe,stranên min sansor dike ahengên min bê vê ku dengê min hebe bilav dike”.

Hunermend Yedullah Mihemedî di wan du deh salên derbazbûyî de bi sedema arîşeyên malî li huner û muzîkê dûr ketiye.

Seredana han ji aliyê “encûmen teclîl ez mefaxirê Kurdistan” hatibû rêkxistin.

Niha temenê hunermendê han 60 sal e û ji aliyê kesayetiyên weke Hesen Kamkar û Hesen Kesayî fêrî muzîkê bûye.

Lerzane, Ferîde, Wextecan û dil û ...hewd ji stranên binav û deng ê hunermend Yedullah Mihemedî tên hesibandin.

Hunermend Yedullah Mihemedî mamostayê xanenişînkirî ye, û niha li taxa Qeradayan a bajarê Sine de akincî ye, û tevî hevjîna xwe dijî.

\"29458.jpg\"

\"29459.jpg\"

\"29460.jpg\"