Li bajarê Sine du çalakvanên Kedkariyê hatine destbiserkirin

15:48 - 12 Îlon 2018
Ajansa Kurdpa: Hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Îranê du çalakvanê Kedkariyê yên li bajarê Sine, destbiser kirin û ev bo cihekî nediyar veguhastine.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçeginahiya “Kurdpa”yê, du çalakvanên Kedkariyê yên xelkên bajarê Sine, yên bi navên “Xalid Husênî” û “Mozefer Salihniya” şeva borî, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Îranê ve, di bajarê Sine de hatine destbiserkirin.

Hêzên ewlehiyê, şeva borî demjmêr 9`ê şevê, ev du çalakvanên Kedkariyê destbiser kirine û ev bo cihekî nediyar veguhastine.

Hêzên ewlehiyê, ev du çalakvanên Kedkariyê, bi sedema piştevanîkirin ji girevgirtina seranserî a xelkê Kurdistanê destbiser kirine.

Her di vê pêwendiyê de, Komîteya Hevahengkirina Pêkanîna Saziyên Kedkariyê ragehandiye ku: “Mozefer Salihniya” piştî derketine ji mala xwe, ji aliyê hêzên ku kincên van şexsî bûne, mala navbirî hatiye vekolandin, û piştre jî, ji riya telephonê navbirî tê agehdarkirin, da ku ji bo zelalkirina çend pirsan serdana îdareya Emakinê bike û piştre wî destbiser dikin.

Heya belavbûna vê nûçeyê, derheq cihê xwedîkirin û çarenivîsa van du çalakvanên Kedkariyê, tu zanyariyek li ber dest tuneye.