Li bajarê Sinê 3’ê Wilatiyên Kurd seva xwarina meşirûbê canê xwe ji dest dan

12:19 - 25 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: 3 wilatiyên Kurd ê xelkê bajarê Sinê seva xwarina Meşrûbên nesitandard canê xwe ji dest dan.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, êwariya roja Şemiyê 23’ê Şibata 2013’an 17 wilatiyên xelkê bajarê Sinê seva xwarina Meşrûba nesitandard saxlemiya wan têk diçe û jibo nexweşxaneya “Tewhîd”tên veguhastin.

Bi gotina şahidekê di boyera han de,3 kes piştî gihîştina nexweşxaneyê canê xwe ji dest didin û çend kesên din jî seba jehrîbûna leşê wan di bin çawdêriya pizîşkî de hatin ragirtin.

Heya dema gihîştîna nûçeyê, nasnameya wan 3’ê kesan nehatiye zanîn.

Heyamek beriya niha jî Îsmaîl Ehemdî Muqedem berpirsyarê giştî yê hêzên Întizamî ragehandibû ku 200 hezar kes tûşbûyî bi madeyên hişber li Îranê de hene.

Li gori amarên fermî, rêjeya mrinê seva xwarina Meşrûbê li Îranê de 2 qas zêde kiriye.

Her wiha heyamek berî niha jî wilatiyek din ê xelkê bajarê Sinê bi navê “Omîd Mihemedî” û kurê Ebas seva xwarina Meşrûbê cane xwe ji dest dabû.

Wilatiyên xelkê bajarê Sinê li ser vê baweriyê ne ku dewlet bi alikariya hin dest û aligirên xwe di nawa bajêrê Sinê de Meşrûban jehrî dike û bi ciwanên bajêr difiroşe.