Li bajarê Seqizê jineka Ciwan bi destê dezgîranê xwe hate kuştin

13:40 - 9 Hezîran 2021

Roja Sêşemî 18`ê Cozerdanê, termê jineka ciwan a şewitî bi navê “ Gulale Şêxî “ keça Osman û xelkê bajarê Seqizê ku bi destê dezgîranê xwe hatibû kuştin, li tenişta rêya Seqiz-Sinê de nêzî gundê “ Çapana xwarê” ji aliyê karbidestên agahiyê ve hatiye peydakirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, ev jin du heftiyan berî niha bi destê dezgîranê xwe ku fermanberê banka “Mêhr ê Îqtisad” bûye, hatiye kuştin û piştre navbirî şewitandiye.

herwisa wê çavkaniyê got, termê wê jinê bi tevahî şewitiye û bo dawî anîn bi lêkolînan bo pizîşkiya dad hatiye veguhastin.

ragihandinên xwecihî li bajarê Seqizê dane zanîn ku, bikujê “Gulale Şêxî” li bajarê “Astara”yê xwastiye ji Îranê derkeve lê hatiye binçavkirin û bo bajarê Seqizê hatiye vequhatine û piştî îtirafa despêkiya navbirî, termê wê jina ciwan hatiye peydakirin.

Heya niha ti zanyarike zêdetir li ser kuştina wê jina ciwan ku bi destê dezgîranê xwe hatiye kuştin nehatiye belavkirin.