Li bajarê Seqizê jin û zarokek bi sedema gazê fetisîn

20:21 - 24 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Roja Şemî berwarê 23’ê Befranbara sala 1394’an a Rojî, li bajarê Seqizê, bi sedema gaza “Mono’oksîdê Kerbon”ê, dayîk û zarokekê canê xwe jidest dan û fetisîn.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, di encama vê jehrawîbûnê, “Şeyda Debîrî” ya 28 salî û keça wê ya sê salî bi navê “Hêliya Têymûrî” fetisîn.

Hate ragehand ku piştî haydarbûn û hatina tîmên hewarhatnê, dayîk û zarok ber bi nexweşxaneyê hatin veguhaztin, lê mixabin hewlên bona rizgarkirina wan ji mirinê, bê encam man.

Eva di demekî de ye ku her di despêka Banemera îsal de li bajarê Seqizê, dayîka 70 salî û kurê wê yê 43 salî bi sedema jehrawîbûna bi gazê, di mala xwe de fetisîn.

Hate zanîn ku tenê di sala 1392’an de, li parêzgeha Sinê, bi sedema jehrawîbûn û fetisîna bi gazê, 13 mêr û 6 jinan jiyana xwe jidest daye.