Li bajarê Qurwe 2 welatî hatine binçavkirin

18:15 - 8 Gulan 2021

Roja Pênşemî 15`ê Banemerê, 2 welatiyên Kurd ên bi navên “Darîyûş Xalidiyan” temen 22 salî û kurê “Hûşeng” û herwisa “Muhsin Seîdî” temen 21 salî û kurê “Husên” xelkê bajarê “Qurwe” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeheke yasayî ew 2 welatî binçav kirine û bo lêkolînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Sineyê veguhasibûn.

Heya niha lipeyketina malbatên wan 2 welatiyan bo agehdarbûn ji qedera wan bê encam mane.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan 2 welatiyan de hatiye sepandin ti zanyaiyek ji ber dest de nîne.