Li bajarê Paweyê ciwanek temen 20 salî dawî bi jiyana xwe anî

16:18 - 19 Kanûna Paşîn 2022

Êvareya roja Sêşemî 28ê Befranbarê, ciwanek Kurd ê bi navê “Zaniyar Qadirpûr” temen 20 sal û kurê “Ehsen” û xelkê gundê “Zawer” ê ser bi bajarê Paweyê dawî bi jiyana xwe anî.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew ciwane bi sedemek nexuya û ji rêya xwedarvekirinê ve dawî bi jiyana xwe aniye.

Herwisa wê çavkaniyê got: Ew ciwanê temen 20 salî li “Mîrava” û di nav baxê xwe de, dawî bi jiyana xwe anî ye.

Termê “Zaniyar Qadirpûr” bo lêkolînê bo pizîşkê yasayiya bajarê Paweyê hatiye veguhastin.