Li bajarê Hewlêrê “Hevdîtina Hêmin bo Wêjeya Rojhilat” birêve diçe

14:25 - 9 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Yeketiya Nivîskarên Kurd,melbenda giştî li bajarê Hewlêrê, bi amadebûna hejimarek ji kesayetî, helbestvan û zimannasê Kurdên kurdistana rojhilat,mêhrîcana hevdîtina Hêmin bo wêjeya rojhilat birêve diben.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa,Yeketiya Nivîskarên Kurd, melbenda giştî li heyamê rojên 9 heya 11’ê Gulana 2013’an li jêr çavedêriya Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê fistîvalekê binavê”hevdîtina Hêmin bo Wêjeya Rojhilat”birêve dibin.

Mêhrîcana han ji aliyê Yeketiya nivîskarên Kurd û bi alîkariya komek ji wêjezanên xelkê Rojhilata Kurdistanê ku li herêma Kurdistanê akincîne bi hestkirin bi walabûna çandî û nebûna derfeta birêvebirina çalakiyên çandî û her wiha pitir hevnasîna bi rewşa çandî a nivşa teze a wêjevanên Rojhilata Kurdistanê birêve dice.

mêhrîcana “Hevdîtina Hêmin bo Wêjeya Rojhilat” li heyamê Rojên 9 heya 11’ê Gulana 2013’an li salona pirtûkxaneya Zeytûn a parka Samî Ebdullrehman li bajarê Hewlêrê birêve diçe.