Li bajarê Ciwanroyê Êware helbest xwendinek jibo bîranina Helebçê birêve çû

21:28 - 14 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Tevî nêzik bûn ji 25’mîn salvegera kîmyayî baran kirina bajarê Helebçê,êwareyek helbest xwendinê li bajarê Ciwanroyê birêve çû.

Li gor rapora ajnasa nûçegihaniya kurdpa,Roja Çarşembiyê berwar 13’ê Adara 2013’an bi beşdariya hejimarek ji çalakên çandî û nivîskaran û bi alikariya navendên wêjeyî yên Xanayî Qubadî û Mewleviyê Kurd li bajarê Ciwanroyê,rêûresmek bi nave ‘Êwariya Helbestên Helebçê’ birêve çû.

rêûresma han bi ragehandina deqeyekê bêdengiyê jibo rêzgirtin ji cane hemû qurbaniyên karesata Jênosayda Helebçê,dest bi karên xwe kir.

piştre li ser boyera Helbçê DR, Mihemed Yeqûbî û Humir Menuçêhrî,du gotar hatin pêşkeş kirin.

\"11540.jpg\"
di beşek din a vê rêûresmê de ,hejmarek helbestvanan wek : San Ehemd Silêmanî,Husên Mihemedî, Behram Salihî,Sabir Muradî,Muxtar Suhrabî,Îdrîs Weysî,Sedûn Muradî, Seîd Ehemdî,Xatû Emîrî,Xatû Weysî,Xatû Ebdullahî, bi xwendina helbestan soza û havderdiya xwe tevî malbat û kes û karên terajîdiya Helebçê nîşan dan.

piştre girupa hunerî a ‘Maprês’ li ser boyera Helbçê çend parçe mosîqa pêşkeş kirin.

di rêûresmê de hejmarek ji kes û karên qurbaniyên boyera helbçê amade bûn û rêz û pêzanîna xwe jibo beşdar û rêveberên rêûresmê nîşan dan.

15’ê Adara Îsal 25’sal bi ser boyera kîmyayî baran kirina bajarê Helbçê bi destê hêzên Besî yên Îraqê derbas dibe ku têde 5 hezar welatiyên Kurd bi gazên Jehrî hatin kuşin.