Li bajarê Bokanê rêz ji Mamostayên zimanê Kurdî re hat girtin

15:28 - 24 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Civaka hîn bûna çand û wêjeyê bi beşdariya hejimarek ji helbestvan û hunermendên bajarê Bokanê, civînek rêzlênanê jibo mamostayên zimanê kurdî li wî bajarî pêkanin.

Mistefa Îlxanîzade berpirsyarê “Civaka hîn kirina çan û wêjeyê”di hevpêvînek telefonî de tevî ajansa kurdpa ragehand: Civaka hîn kirina çand û wêjeyî li dirêjiya çalakiyên xwe de rêz ji 9 mamostayên zimanê Kurdî, li bajarê Bokanê girt.

ev 9 mamostayane Seîd Necarî, Hêmin Baneyî, Husên Şêrbegî, Fuziye Soltan Beygî,Cefer Erşed,Sûsen Hesen Zade, Rehmen Cewan,Kurdistan Mela Mehmûdî û Hîdayet Azerî bûn ku ji aliyê “Civaka hîn kirin û çandî û wêjeyî”bi danina levha rêzlênanê rêz ji wan hat girtin.

\"11721.jpg\"
Berpirsyarê Civaka çandî û wêjeyî ev yeke da xuya kirin ku ev kilasên hîn bûnê di çendîn qonaxan wek: Xwendin û nivîsîn bi zimanê Kurdî, Zimannasî û Fonetîk û Fonolojî, Rêzimana edetî û rexne ji zimanê Kurdî û helbestvanên Kurd birêve çû.

Navbirî di dirêjahiya axaftina xwe de basê vê yekê jî kir ku salane çanîn geştên çandî birêve diben û her di vê pêywendiyê de roja îna bihurî 90 kes ji wan kesên ku dixwazin hînî zimanê Kurdî bibin,bi geryan jibo Texta Silêman a Tikabê hatin şandin.

Mistefa Îlxanîzade got: Çalakiyên civaka wêjeyî tenê di nava bajarê Bokanê de nine û heya niha li çendîn cihên din wek: gundên Mehmûd Cix,Qazanlî a ser bi herêma Miyanduavê û Gamêşlî a ser bi Saîn Qela û li herêmên Dîwandere û Şehriyara Kerecê û heta Kurdên Zax Merz a Mazenderanê li bakûra Îranê û li zanîngeha Bû Elî a Qezwînê me kilasên hînbûna zimanê Kurdî danine.