Li bajarê Bokanê pêşî ji birêveçûna rêûresmeke Çandî hate giritn

21:01 - 24 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Careke din jî navendên ewlehiyê yên ser bi Hikûmeta Îslamî a Îranê, di Kurdistanê de pêşî ji birêveçûna korra edebî – Çandî li bajarê Bokanê girt.

Li gor nûçeya Ku gihaye Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, rêûresma bîranîna du kesayetiyên edebî û helbestvanên Kurd, Ebas Heqîqî û Mehmûd Nûrî, bi sedema rêgiritn ji aliyê Îtila’ata bajarê Bokanê ve, hate hilweşandin.

Ev rêûresm bi alîkariya çalakvanên edebî û moletdana Îdareya Çandî û Îrşadê, biriyar bû ku roja 21’ê Çileya Paşîn a 2016’an, li salona mezin a bajarê Bokanê bihata lidarxsitin.

Nûçegîhaniya Kurdpa li Bokanê, tevî piştrastkirina vê nûçeyê, ragehandiye: “Di dawiya Meha derbazbûyî de, ji nivîskar û birêveberên vê korrê re gotibûn ku hûn nikarin rêûresma salvegera bîranîna helbestvanên Kurd yên bi navê Heqîqî û Nûrî li dar bixn”.

Di doma vê raporê de hatiye ku; Tevî astengên ku navendên ewlekariyê çêdikirin, çalakivanên bajarê Bokanê, ev rêûresim di avahiya Civata Edebî a wî bajarî ku pir biçok bû li dar xistin.

Roja 20’ê Çileya Paşîna 2016’an, heftemîn saliya koça dawî a mamosta Mihemed Nûrî, naskirî bi “Etrî Gilûlanî” bû.

Di Kurdistana Îranê de, navendên Îtila’at û leşkerî yên ku deshilat hene, dikarin hemû biriyarên îdareyên dewletê, yek ji wan îdareya Çandî û Îrşadê hilveşînin.