Li bajarê Amedê konferansa netewî a zimanê Kurdê wê birêve here

12:18 - 1 Adar 2012
Kurdpa: li çend rojên pêşiya me de li nawenda kulturê a Cigerxwîn li parêzgeha Ameda Turkiyê, konferansa netewî ya zimanê Kurdî wê birêve here.
Hejmarek berbiçav ji nivîskar û rewşenbîr û zimanzanan ji Kurdistana Îran, Sûriye û Ewrupayê bo vê konferansê hatine bang kirin.
Malper û ajansên Turkiyê bilav kirin ku konferansa netewî a zimanê Kurdî li rojên 12 heya 14’ê Reşemê li parêzgeha Amedê birêve here.
Ew konferans bi alîkariya komeleya nivîskarên Kurd, Enstîtuya Kurd, û Komeleya zimanê Kurdî birêve diçe.