li bajarê Amedê Kampaynek jibo Kurdistana Rojava dest pêdike

13:52 - 22 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: jibo piştevanî û alikariya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê li Amedê kampaynekê dest bi xebatê kir.

Li gori nûçeya ku li rûpela Facebook a siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk hatiye bilav kirin, bi pêşengiya şaredarê bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr û bi tevlêbûna şaredara navçeya Baglarê Yuksel Baran, şaredarê navçeya Yenîşehîrê Selîm Kûrbanoglû, wekîlê şaredarê Kayapınarê Mahmût Dag û nûnerên Komeleya Mafê Mirovan şaxa Amedê, Mazlûm-Der, Platforma Şaxên KESK’ê, Lijneya Koordînasyona bajêr a Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirkiyeyê, Komeleya Sarmaşikê, Konseya Bajêr a Yerel Gundem 21’ê û Weqfa Koçberî û Alîkariya Însanî jî di nav de wekî komeke/Platformeke destpêkê hatin ba hev ji Kurdên Rojava.
Di encama komcivînê de biryar hat dayin ku bi awayekî lezgînî hevkariyê bi Kurdên Rojavayê Kurdistanê bikin .

Armanca sereke ya vê komê an jî vê platformê ew e ku di nava vê hefteyê de ji bo ku alavên însanî yên ku ji Kurdên Rojava re di serî de bi awayekî lezgînî pêwîst e( bi taybetî malzemeyên xwarinê û hwd) kampanyayekê bide destpêkirin.

Kom/Platform ji bo ku vê xebatê û alîkariyê berfirehtir bike û prosedura wê têkûz bike ew ê dîsa li hev bicivin.