Li Amedê Di Destê Zarokan De Bombe Teqiya

22:14 - 12 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Li Amedê Di Destê Zarokan De Bombe TeqiyaLi Amedê di hundirê konteynira çopê de bombe teqiya. Di teqînê de 2 zarokên ku birayê hev in, giran birîndar bûn.

Li gorî nûçeya trtxeberê, li Amedê navçeya Yenîşehîr, semta Seyrantepe, taxa Azîzîyeyê; Sezgîn Onurê 14 salî û birayê wî Yakup’ê 10 salî, di kontreynira çopê de tiştek dîtin û pê lîstin. Dema lîstinê ev perçe, di deste wan de teqiya.

Di teqînê de her du bira giran birîndar bûn û destê Sezgîn Onurê ji zende wî yê çepê de jêbû û perçe bû.

Birayê Onur bi ambulansê ve hat rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û hat girtin bin lênerîna giran.

Polîs di cihê bûyerê de, di heman konteynirê de 3 bombeyê hêj neteqiya ye û molotofek din jî dît. Hat ragihandin k udi derheqê bûyerê de lêpirsîn dest pêkiriye.