Li Abdanan mexdûrên erdhejê bo qerebû kirinê rû bi kedkariyê kirin

13:31 - 19 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Bankeyên welatê Îranê bi zirar bûne û tu alîkaryek bi mexdûrên zirar kirî ên erdheja Abdanan a Îlama rojhilatê Kurdstanê re nekirin e, jiber vê welatî bo çareser kirina pirsgirêkan bi neçarî kedkariyê dikin.

li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, nakokiyên madî ên bankî û welatiyan, li ser çareser kirina pirsgirêkên yekeyên rûniştinê li bajarê ketî ber erdhejê yê Abdananê, ji 10 milyon Tûmen zêdetire in.

Di erdheja bi meznahiya 6. 2 poyent a tîrmeh a sala borî, di bajarê Abdanan a ser bi Îlama rojhilatê kurdistanê de, zêdeyî 8 hezar malan hatin xirab kirin.

welatiyekî gundê “Hunge” ku heya niha zêdeyî 50 milyon Tûmen bo avakirina xanûmanên xwe mezixandiye (Xerc kiriye) got: Alîkaryên bankî ên hikûmeta Îslamiya Îranê nikarin pirsgirêkên me çereser bikin, jiber vê em zarûzîçên xwe bi cih dihlên û ber bi bajarê mizin ên Îranê ve diçin, dakû bi karkeriyê me karîbe kêmek ji wan arîşeyên xwe çareser bikin.

kesek din ji gundiyan ji rewşa xirab a bankên Îranê bo qer danê û alîkariyên madî rexne digre û wiha şirove dike: Avahiyê min 85 metre ye û niha ez mijûlî çêkirina banê wê me, lê heya niha min mezaxtin ji bo çêkirina wê ne hesibandiye. Ez bi awayekî muhtemel dibêjim ku mimkin e bi 40 milyom Tûmen karibim avahyê xwe bikemilînim.

Parêzgariya Îlamê zirara gihîştî bajarên Abdanan, Dehloran û Dereşehr, 1160 milyar qiran(riyal) îlan kiriye.

Hêjayî gotinê ye ambargoyên aborî ên li ser Îranê û daketina behaya petrolê, bandoreke berfireh liser hikûmetê kiriye ku dewleta Îranê bi şûna çareser kirina arîşeyan, zext û givaşan dixe ser jiyana welatiyan û roj pey roj erzaq, kinc û kerese (mesalih) ên çêkirina xaniyan giran dike, ji ber vê yekê akinciyên welatê Îranê ji 3 pêdiviyên sereke ên jiyanê ku bo hebûna her mirovekî pêwîst in, di asta here xirab a jiyanê de bi ser dibin.