Li 3 rojên borî de 3 endamên sipah li Oramanê hatin kuştin

22:00 - 13 Tebax 2013
Ajansa Kurdpa: 4 endamên sipaha pasdaranê îran li şarê Kamiyaran li sedem teqîna mîna şûnde mayî ya kevne paygahên hukûmeta islamiya Îranê hatin kuştin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, ser êwara roja duşem, 21ê Mordad, 4 endamên sipaha pasdaran li bilintaiya Çiyayê Şaho li nêzîkî Kamiyaran li sedem teqîna MÎN hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Kesatiya yakik ji miriyan Welî Ehmedî, 28 salî û rûniştiyê Qurwe û kesê din ji xelkê gundê Tileko, ji dewera şarê Kamiyaran û her wisa yekik ji birîndaran, Hac Elî, ji xelkê Dîwan dere û fermanderê meqera sipaha Geşkî ye
Heya weşîna vê nûçê, kestiya birîndar û miriyê vê teqîne nehatiye kivş kirin.

Çend roj pêş niha jî 3 kes ji hêzên intizamî ya bexşa Nosûd li parêzgeha Kirmanşan li sedem şêlikiya Kesên Çekdarên nenas kirî hatin kuştin û birîndar kirinê.

Şehram Sohêylî rûniştiyê Kirmanşanê û Hadî Xulamî Tebar rûniştiyê Hemedan, 2 endamên sipahê bûn ku li serhedê gundê Hane Germile, li nêzîkî Nodşê hatin kuştin.