Li 24 demjimêran kêmtir, 6 girtî di girtîgeha bajarê Urmiyê de îdam kirin

15:40 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Cezayê daliqandina Du girtiyên din li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê, bi tohmeta pêwendî bi “madeyên hişber” re ji aliyê berpirsên wê girtîgehê ve hate pejirandin.

Sibêdeha îro Çarşemî 26`ê Pûşperê, Du girtî li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê, yên bi navên “Muherem Nê`imetî” li benda 3 û 4 û “Esker Berter” li benda 10 a wê girtîgehê, bi tohmeta pêwendî bi “madeyên hişber” re îdam kirin.

Malpera “Hêrana” di vê derheqê de belavkiriye ku, ew du girtiyên ku hatine îdamkirin, di sal 1393`an de, hatibûne desteserkirin û di dosyeyekê de derheq pêwendî bi madeyên hişber re, bi îdamê hatibûne cezadan.

Wî çavkaniyê roja derbasbûyî basa veguhastina ew Du girtiyane li odeya takekesî bo cîbicîkirina cezayê wan kiribû.

Her li vê derheqê û di girtîgeha bajarê Urmiyê de, roja Sêşemî 22`ê Pûşperê, Çar girtî bi kuştina “Bizanebûn” yên bi navên “Hêmin Binawendî” xelkê bajarê Pîranşar, “Ce`ifer (Îman) Mihemedî” kurê Resûl, “Mihemedarif (Cehangîr) Necefiyan”, li benda 3 û 4 û “Mehmûd Xalidî” li benda 14 a girtîgeha bajarê Urmiyê, lidar vekirin.

Li dema avabûna hikûmeta Îranê ji sala 1979 a zayînî ve, cezayê îdamkirinê bo ew kasên ku karên kirîn û firotina madeyên hişber dikin hatiye pejirandin.

Hikûmeta Îranê piştî welatê Çînê, bi Duhemîn welat di cîhanê de li îdamkirina hevwelatiyên xwe tête hejmar.

Li gorî amarên ku Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê tomar kiriye, li sala 1397`an, 55 welatî di Kurdistanê de hatine îdamkirin, û Deh welatin din jî bi îdamê hatibûne cezadan.