Li 10 Mehan De 57 Haletên Qetilên Bi Enqest Li Azerbaycana Rojava Hatine Encamdan

12:53 - 9 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Berpirsê Polîsên Azerbaycana Rojava, Serheng Resûl Elneqîpûr, di konfreansek rojnamevanî de ragihand ku li deh mehên borî de heta niha 57 haletên qetila enqest di vê parêzgehê de çê bûne ku 22 haletên wê bi çeka germ û 17 halet bi çeka sar û 5 halet bi awayê xendiqandin û 13 haletên din jî bi awayên curbicur ên din hatine encamdan.

Vî perbirsî didomîne û dibêje: \"Urmiye pişka herî zêde ber dikeve û bbajarên Miyanduaw û Xoy jî her yek bi 11 qetlan di pileya duhem de ne û tu qetlek li bajarên Şût, Puldeşt, Çaldiran, Tîkab û Pîranşar çê nebûye.

Navbirî herwiha zêde kir ku temenê bikujan li navbera 25-60 saliyê de ye û hemû 44 kes in ku yek ji wan jin e.