Levdana nawbera PKK û hêzên intizamî li Ormî, 5 qurbanî bi dû ket

16:26 - 6 Hezîran 2014
Ajansa Kurdpa: li şerêçekdarî nawbera hêzên çekdarên hukûmeta islamiya Îran û girîllayên Parta karkerên Kurdistan(PKK) li şarê Ormî, ya herî kêm 5 kes bûn bi qurbanî.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, sibêzûya roja 13ê Cozerdan( 3 June 2014)a îsal, hêzên intizamî bi alîkariya hêzên êminiyên şarê Ormî, tev hejmarik ji endamên çekdarên partiya karkerên Kurdistan(PKK) li gundê Berde Reş li dewera Soma Biradost de tûşî levdanê bûn.

Welatiyik ji xelkê vê dewerê, xêncî pişrast kirina vê nûçê, bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand; sibêzûya roja Sêşema vê heftiyê, çone gundê Berdereşû dest bi top barana û xompare barana bin tara çiyayê Warê Qasê, kirin.

Ew welatiyê Kurd ku nexwest navê wî bê eşkere kirin, ew jî got: sibêzûya hemen rojê, hêzên milîtarî bi xelkên gund ragihandibûn ku xwe ji çon bo kar nawa zewiyan, xwe biparêzin, lê mixabin, yekik ji welatiyên vî gundî, bi navê Ferhad Ebdalî Zadê, kurê Seibî, li sedem topbarana giran li dewerê de canê xwe ji dest da.

Ev welatiyê Kurd, ji xelkê gundê Berde Reş, 50 salîû xwedi jin û babê 3 zarokan bû.

Her wisa raportêrê Kurdpa ragihand, li vîşerî de, 4 endamên PKK, canê xwe ji dest dabûn û heya niha nasnama wan ron nebûye.

Raport bas ji hindê dike ku ji hêzên çekdarên huk.meta islamiya Îranê jîçend kes hatine kuştin û birîndar kirinê, lê li sedem rewşa bilinda ewleyiyê li dewerê, hejmara serast ya hatin kuştin û birîndar bûnan , ber dest de çinine.

Bi gotina serekaniyan, roja Sêşem, gişt xetên telefonên gundê Berde Reş qut kiribûn û hêzên milîtarî, çon-hatina welatiyan qedexe kiribûn.

Rastîû serastiya vê nûçê, ji aliyê raportêrê Kurdpa li dewerê de, hatiye pişrast kirin.

PKK partiyik Çepgiraye ku, ji aliyê Ebdullah Ocalan de li Kurdistana Tirka de hatiye damezirandin ûşaxa Kurdistana Îran(Rojhilata Kurdistan)a vê partiyê bi navê Partiya jiyana Azad(PJAK), xebatên siyasî-milîtarî dike.