Leşkerên Tirkiyê du keçên gerîla ên Kurd gullebaran kirin

21:01 - 31 Çirriya pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Kuştina du keçên gerîla ên Kurd ku bi destên serbazên Tirk bi dîl hatibûn girtin, dijkiryara çalakên torên civakî li pey xwe hebû.

Di tora civakî ya facebookê de, ya taybetb bi alîgirên arteşa Tirkiyê, girteyeke vîdyoyî hatiye belavkirin, ku tê de du keçên Kurd ên gerîla têne gullebaran kirin.

\"\"Ew du gerîla ji endamên PKK’ê bûn, ku bi destê arteşa Tirkiyê bi dîl hatibûn girtin,û di navçeyeke Kurdistanê de hatibûn gullebarankirin.

Ragehandinên nêzî PKK’ê hevdem bi belavkirina girteya vîdyoyî ya van du keçên gerîla ragehandin ku, renge ew bûyera ya mehekê berî niha be, ku ew du keç li navçeya Hekariyê, bi dîl hatibin girtin.

Bikarberên torên civakî tevî mehkûmkirina vê kiryara dewleta Tirkiyê, ew welat bi binpêkirina mafên mirovan tawanbar kirine.

\"\"Aretşa Tirkiyê di meha Sermaweza 1394’an de, dest bi operasyoneke berfireh kir, da ku berbirûyê PKK’ê bibe, lê her du alî radigehînin ku derbên giran li aliyê hember dane.

Pêştir jî komîsaryaya bilind ya mafê mirovan a NY bi tundî berpirsyarên hikûmetî ên Tirkiyê rexne kiribû, û ragehandibû ku ew mafên mirovan binpê dikin, û rêz ji yasayên navneteweyî nagrin.