Leşkerên Îranê dîsa gule bi ser kasibkaran de reşandin

19:31 - 14 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Kasibkarekê Kurd li Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê bi sedema gule avêtina rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta îslamiya Îranê bi ser de, hat birîndar kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, îro pêncşmî 14`ê gulana 2015`an, kolber (kasibkar) ê Kurd yê bi navê Muhacir, xelkê gundê “Kolebihî” yê ser bi devera Mirgewer a Urmiyê, bi guleyên rasterast ên hêzên leşkerî ên ser bi hikûmeta Îranê, hat birîndar kirin.

Çavkaniyeke haydar li ser vê pirsê nûçegihanê Kurdpa re ragihand: Hêzên leşkerî yên ser bi hikûmeta îslamiya Îranê li gundê “Kolebihî”ew kasibkarê Kurd birîndar kirine.

Wê çavkaniya agah ya nûçeyan amaje bi vê yekê jî kir ku Muhacir, bi sedema giraniya birînan, bo nexweşxaneyeke bajarê Urmiyê hatiye veguhestin.

ji sedemên sereke yên berê xwe dan (penabirin)a hemwelatiyên Kurd bi kolberiyê, nebûna pêdiviyên jiyanê, betalî, neafirandina derfetên karî û sermayadrî li Kurdistanê û herwiha pênasenekirina durist ya kasibkariya li ser tixûban ji aliyê karbidestên hikûmetê ve tên hejmartin.

Hêjayî gotinê ye hêzên leşkerî yên Îranê bêyî vê ku xalên yasayê ên bikaranîna çakan biparêzin; bi awayekî rasterast kasibkaran didin ber guleyan û wan bi kuştin û birîndarbûnê re rû bi rû dikin.

Gorî Amarên ku li navensa ajansa nûçegihaniya Kurdpa hatine qeyd kirin, ji sala nû ya rojî ve heya niha (destpêka Newroza 2015`an) 64 kolber (kasibkar) ên Kurd bi guleyên resterast ên hêzên leşkerî yên hikûmeta îslamî ya Îranê ve hatine kuştin û birîndar kirin.