Leşkerên Îranê dest bi ser kalayên kasibkaran de girtin

14:01 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Hêzên leşkerî yên ser bi hikûmeta îslamî ya Îranê li Nûsûda ser bi Paweya rojhilatê Kurdistanê, avêtin ser kasibkaran û bi bayê milyonan Tûmen ji kalayên wan zeft kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa li du qereqolên sînorî yên Şêxan û Şoşmî li Nosûda rojhilatê Kurdistanê, hêzên leşkerî yên Îranê bi dû kasibkaran ketin û di encama gulebarandina bi ser wan de, kalayên wan, jê standin.

Çavkaniyeke agah li Paweyê li ser vê mijarê ji ajansa kurdpa re ragihand: Hêzên leşkerî yên Îranê bi gulereşandin bi ser kasibkaran de, kalayên wan bi zorê jê standin. Heman jêderê gotiye ku di wê gulereşandina Sipaha Pasdaran de, tu ziyaneke canî neghîştiye kolberan.

Li aliyê din raportên gihîştinî berdest ajansa nûçegihaniya Kurdpa, vê yekê derdixin holê ku di pilaneke nû de hêzên ser bi Sipaha Pasdaran, dest bi ser kalayên kasibkaran de digrin û wan bi xisareke mezin re rû bi rû dihêlin.

Hêjayî gotinê ye, kolber û kasibkar di piraniya caran ew kalayên ku vediguhêzin, tenê birek pare qazanca wan barane digehe bi wan; ji ber ku ew kala ne yê wan bi xwe ne.

Şêniyên sînorî ên rojhilatê Kurdistanê, bi sedema bêkarî, nebûna pêdiviyên jiyanê, hejarî û hin sedemên din, bera xwe didin bazerganiya ser tixûban. Salane bi dehan kes ji wan kasibkaran ji aliyê hêzên leşkerî ên Îranê ve tên kuştin û birîndarkirin.

Gorî bîlançoya ku li Navenda Amara ajansa nûçegihaniya Kurdpa hatî tomarkirin, ji destpêka buhara îsal heya niha, 12 kasibkar ji aliyê hêzên leşkerî yên Îranê ve, hatine kuştin û 11 kolber jî birîndar bûne.