Leşkerek Kurd bi sedema Mesebê xwe hat kuştin

21:43 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Leşkerek Kurd li bajarê Bane ya Kurdistana Îranê li ser pirsa Mesebê xwe,ji aliyê qomtanên Sipaha Pasdarên Îranê hat kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçegîhaniya Kurdpa û bi gotina çavkaniyek haydar,çend rojan beriya niha Leşkerek Kurd binavê ‘Omîd Mihemedî’ li encama kêşe û pirsgirêkan li gel berpirsyarên Pasgeha ‘Salihawa’ya bajarê Bane,dikeve berdestrêja qomtanê wê pasgehê û tê kuştin.

Tê gotin,Omîd li ser pirsa bêrêzî kirin bi Mesebê Sunî li gel qomtanê binkeya Sipaha Pasdarên ya bajarê Banê tûşî pirsgirêkê tê û li encam de dikeve berdestrêja wî û canê xwe li dest dide.

Heya dema bilavbûna vê nûçeyê çi kesek ji perpirsyarên wê paygeha “Salihawa” li bajarê Bane nehtiye girtin.
Kesên haydar ragehandin ku Serbazê han bi destê xwe,xwe kuştiye û dawî bi jiyana xwe aniye.

Her wisa heyamek beriya niha Leşkerek Kurd binavê “Hamid Marawî” temen 21 salî û xelkê bajarê Kamyranê li bajarê Nexedê bi awayek gomanawî hate kuştin.