Lehiya bêkariyê jin û xwedî bawerînameyên Îranê jî tevî xwe dibe

21:07 - 22 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: “Vehîde Nêgîn” şêvirmenda Wezîrê kar a hikûmeta Îranê, derheq bi karûbarên jinan ragehand ku, %87 ji jinên Îranê di warê aborî de ne çalakin.

Şêvirmenda wezîrê kar û cihgirê “Te’avon û xweşbijîviya civakî” roja Înê 20’ê Çiriya Paşîn a 2015’an, di gotûbêjekî de digel nûçegihaniya “Îlna”yê ragehand ku, hekî em nîviya nifûsa çalak ya aborî di Îranê de, wate 32 milyon kesî berçav bigirin, 28 milyon kes jî wan ne çalakin.

Li gorî amarên fermî ku di demsala Bihara îsal de hatin belavkirin, nirxa bêkariya jinan%19 û du hemberî jinane.

Vehîde Nêgîn ferq û cudahiya regezî ya karî, weke yek ji astengên ser rêya hilbjartinên pşeyî, heqdestên kêmtir, rûçika kêmtir bo jinan da zanîn û got sedemên han asteng in li ser rêya çûyîna jinan bo nava bazaar kar û pîşeyan de.

Di çend salên borî de, hejmarek ji berpirsyarên hikumeta Îranê bi sedema çend hokarên weke “zirar gehandin a Karê jin bi nawenda malbatê”,digel karê jinan dijayetiyan xwe nişan dane.

Ji aliyekî din ve, malpera “Êqtêsad Online”ê belav kir ku 4.6 milyon ciwan di Îranê de wê di demeke nêzîk de dawxaza kar bikin û, hekî ji bo wan helên kar nehên dayîn, ev rêjeya han wê bigîje 7.4 milyon kesî. Herwiha di pêşerojek nêzîk de 140 hizar kesên din ku dixtor û 580 hizar karnasên payebilind wê bên nava refên wan bêkaran de.

Eva jî di demekê de ye ku serhejmêriyên têkilîdar bi bêkariyê di Îranê de ber bi zêdebûnê ve dicing. Eva di demekê de ye ku di salên borî de, hejmarek ji berpirsyarên Îranê bas ji kêmbûna Melayan(Axond) di mizgeftên Îranê de dikirin û, eva jî bi pirsa bêkariyê di nava vê beşa civaka Îranê dizanin.